Heşda Şeibî: Di êrîşeke asmanî ya li Neynewayê de çekdarekî me hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Heşda Şeibî ragihand, li parêzgeha Neynewayê, hêzên wan bûne armanca êrîşeke asmanî û di encamê de çekdarekî wan hatiye kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûne.
Desteya Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de aşkere kir, sibêha îro Pêncşemê, 19ê Adara 2026an, Fewca 4emîn a ser bi Lîwaya 30yemîn a Heşda Şeibî li Deşta Neynewayê rûbirûyî êrîşeke asmanî bûye.
Li gorî zanyariyên Desteya Heşda Şeibî, di encama vê êrîşê de çekdarek hatiye kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.
Heşda Şeibî di daxuyaniya xwe de ev êrîş wekî "xedir" pênase kir û hêzên Amerîka û Îsraîlê wekî berpirsyarên êrîşê tawanbar kir.
Ev êrîşa li ser parêzgeha Neynewayê tenê çend saet piştî êrîşên asmanî yên li ser hêzên Heşda Şeibî yên li parêzgeha Selahedînê pêk hat. Di êrîşên berê de baregehên li qezaya Bêcî û derdora firokxaneya Sîniye hatibûn armancgirtin ku li wir jî çekdarên Heşdê hatibûn kuştin û birîndar kirin.