Amerîka zextê li Japonê dike ku beşdarî şerê Îranê bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîra Japonê Sanay Takayçî li Washingtonê dicivin. Trump dixwaze Japonyayê neçar bike ku di şerê li dijî Îranê de, piştgiriya lojîstîk û deryayî bide Amerîkayê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîra Japonê Sanay Takayçî li Washingtonê hevdîtinekê pêk tînin. Li gorî agahiyên ajansa Reutersê, di vê civînê de mijara sereke zextên Trump ên li ser Tokyoyê ne, da ku Japondi operasyonên leşkerî yên dijî Îranê de roleke çalak bigire ser xwe.
Her çend Trump ragihandibe ku Amerîka ji bo êrîşên rasterast "pêdiviya xwe bi piştgiriya kesî nîn e", lê belê ew zextê li Japonê dike ku di warê lojîstîk de bibe alîkar. Trump daxwaz dike ku Japonya keştiyên xwe yên "paqijkirina mînan" bişîne Tengava Hurmizê û parastina keştiyên petrolhilgir bike, ku ji ber aloziyên ligel Îranê tevgera wan hatiye astengkirin.
Li aliyê din, Serokwezîr Takayçî beriya serdana xwe li ber Parlamentoya Japonê ragihandibû: "Heta niha ti daxwazeke fermî ji Amerîkayê negihîştiye me. Tokyo dê di çarçoveya yasayî û destûrî de bijardeyên li ber destê xwe binirxîne."
Li gorî Destûra Japonê, beşdarbûna serbazî ya Tokyoyê li derveyî sînorên welat bi tundî hatiye sînordarkirin.
Ev zextên Trump ên li ser Japonê di demekê de ne ku çendîn hevpeymanên sereke yên Amerîkayê, wekî Almanya, Îtalya û Îspanya, bi temamî beşdarbûna di şerê dijî Îranê de red kirine. Vê helwesta welatên Ewropî, Trump hêrs kiriye û wî bi tundî rexne li wan digire ku di dema tengasiyê de piştgiriyê nadin Washingtonê.