Îsraîlê helîkopterek û 5 keştiyên Îranê rûxandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, wan helîkoptereke Îranî ya cureyê Mi-17 li Firokxaneya Navdewletî ya Sineyê rûxandiye. Herwiha hat ragihandin ku Îsraîlê li Deryaya Qezwînê jî derbeyeke giran li hêza deryayî ya Îranê xistiye.
Artêşa Îsraîlê îro 19ê Adarê li ser hejmara xwe ya platforma "X"ê dîmenên vîdyoyî yên rûxandina helîkopterê belav kirin û diyar kir, hêzên wan ên asmanî helîkoptereke cureyê Mi-17 di dema niştina li Firokxaneya Sineyê de rûxandine.
Artêşa Îsraîlê tekez kir, ew li ser plana xwe ya têkbirina şiyana asmanî ya Supaya Pasdaran berdewam in û dixwazin "serweriya asmanî ya Îsraîlê li Rojavayê Îranê" berfireh bikin. Hat diyarkirin ku ev operasyon beşek e ji zincîreyeke êrîşên serkeftî yên li dijî binesaziya leşkerî ya Tehranê.
Êrîşa li Deryaya Qezwînê: 5 keştî hatin rûxandin
Ji bilî operasyonên li ser axa Îranê, nûçeyên nû derbarê êrîşên deryayî de jî belav bûn. Rojnamevanekî malpera "Axios" a Amerîkî ragihand, êrîşên Îsraîlê tenê bi asmanî û bejayî sînordar nemane.
Li gorî agahiyên Axiosê, Îsraîlê li Deryaya Qezwînê êrîşî keştiyên şer ên Îranê kiriye. Di encama vê operasyona deryayî de, zêdetirî 5 keştiyên mezin ên mûşekhilgir ên Îranê hatine rûxandin an jî ji kar hatine derxistin.
תיעוד: חיל האוויר השמיד מסוק מסוג "MI-17" בשדה תעופה במערב איראןhttps://t.co/PEo9voLbOP@OrHeller pic.twitter.com/nrdj59azaa
— חדשות 13 (@newsisrael13) March 19, 2026