Kremlin: Şerê Îranê dê bibe sedema lihevkirina Rûsya û Ukraynayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) ragihand, ji ber şerê li Îranê, hevdîtinên aştiyê yên di navbera Amerîka, Rûsya û Ukraynayê de bi awayekî demkî hatine rawestandin. Rûsya pêşbînî dike ku ev şer dê Ukraynayê neçarî "sazişan" bike.
Rojnameya Rûsî 'Izvestia' li ser zarê rayedarên pilebilind ragihand, şerê li Îranê, proseyên dîplomatîk ên navbera Washington, Moskow û Kievê asteng kirine. Li gorî raporê, hevdîtinên aştiyê yên ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê, niha bi awayekî demkî hatine rawestandin."
Kremlinê destnîşan kir, gurbûna agirê şer li Rojhilata Navîn û kûrbûna aloziya Îranê, dê bandoreke rasterast li ser rewşa Ukraynayê bike. Rayedarên Rûsî di wê baweriyê de ne ku ev guherîna hevsengiyan dê Kievê neçar bike ku ber bi çareseriyeke siyasî ve pêngavan baveje û ji bo lihevkirina bi Moskoyê re hinek sazişan (tawîz) qebûl bike.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov derbarê mijarê de ragihand, Nûnerê Serokatiya Rûsyayê Kirill Dmitriev dê di warên veberhênan û hevahengiya aborî de li ser karê xwe berdewam be, lê gotûbêjên siyasî yên sêalî di vê qonaxê de bi temamî hatine rawestandin.
Pisporên siyasî balê dikişînin ser wê yekê ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, bala welatên Rojava ji ser şerê Rûsya û Ukraynayê kişandiye ser Rojhilata Navîn.