Macron: Divê Iraq komên çekdar rawestîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bang li rayedarên Iraqê kir ku rê li ber komên çekdar bigirin, da ku êrîşî nûnertiyên dîplomatîk nekin. Macron hişyarî da ku divê Iraq nebe parçeyek ji şerê herêmî.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 19ê Adarê di çarçoveya lûtkeya Ewropayê de li Brukselê ragihand, welatê wî ji sala 2015an ve ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û piştgirîkirina serweriya Iraqê li wî welatî ye û got: "Em bi vê pabendbûna xwe serbilind in."
Serokê Fransayê behsa peywendiyên xwe yên dawî yên ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser piştgiriya Parîsê ya ji bo serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê kir.
Macron daxwaz ji Iraqê kir ku rûbirûyî wan komên çekdar bibe yên ku welatî û berjewendiyên Fransayê dikin armanc. Macron herwiha hişyarî da ku ev kiryar ne di berjewendiya Iraqê de ne û dibine sedema alozkirina aramiya welat.
Serokê Fransayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Divê Iraq neyê kişandin nav vî şerî û divê rê li ber komên çekdar were girtin, ji ber ku destê van komên çekdar di xwîna serbazên me de heye."
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Emmanuel Macron bal kişand ser krîza enerjiyê ya cîhanî û girtina rêyên deryayî. Macron daxwaz kir ku divê Tengava Hurmuzê ji bo trafîka keştiyan were vekirin û diyar kir ku ew wekî Fransa hewl didin bazara enerjiyê ya cîhanê ji qeyranan rizgar bikin.