Kaja Kallas: Şerê li Rojhilata Navîn bandor li hemû cîhanê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas ragihand, şerê li Rojhilata Navîn bandoreke kûr li seranserê cîhanê kiriye û ew ligel welatên Ereb hewl didin çareseriyekê ji bo dawîanîna li vê aloziyê bibînin.
Berpirsa Siyaseta Derve ya YE’yê Kaja Kallas îro 19ê Adarê li Brukselê di çarçoveya civîna serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) de, bersiva pirsên peyamnêrê Kurdistan24ê da û bal kişand ser metirsiyên şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê û bandora wê ya li ser asayîşa cîhanî.
Kallas derbarê dema bidawîhatina şer de diyar kir, ew nikare dîrokeke diyarkirî bide û got: "Ez nikarim bibêjim dê şer kengî bi dawî bibe. Lê belê ya ku ji bo me girîng e, hemû welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin dawiya vî şerî bibînin. Em dibînin ku ev şer çi tevlihevî û alozî li Rojhilata Navîn ava kiriye û em bandora wê ya li ser cîhanê jî dibînin."
Berpirsa Ewropî bal kişand ser girîngiya stratejîk a Tengava Hurmuzê û diyar kir, ji ber %85ê petrol û gaza ku di vê tengavê re derbas dibe diçe Asyayê, niha li wir krîzeke mezin a enerjiyê derketiye; herwiha wê bal kişand ser astengiyên li pêşiya veguhastina peyînên kîmyewî (gubre) yên ku welatên Afrîkayê pêwîstiya wan pê heye û wekî mînak destnîşan kir ku %54ê peyînên ku ji bo Sûdanê tên şandin, di ser vê tengavê re derbas dibin."
Kaja Kallas di dawiya axaftina xwe de tekez kir, ew di warê dîplomatîk de bêdeng nemane û got: "Em ligel hevparên xwe yên li welatên Kendavê, her wiha ligel Misir û Urdinê di nav peywendiyê de ne. Em dixwazin çareseriyekê bibînin da ku aliyên şerker dawî li vî şerî bînin û aramiya navçeyê vegere."