Serokwezîra Latviyayê: Divê Rûsya bihayê şer bide, ne Ukrayna

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîra Latviyayê ragihand, nabe Rûsya di şerê Ukraynayê de sûdmend bibe û tekez kir ku divê fatûreya lêçûnên şer û qeyranan li ser maseya Moskoyê were danîn.

Serokwezîra Latviyayê Evika Siliņa îro 19ê Adarê li Brukselê di çarçoveya civîna serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) de, di bersiva piseke peyamnêrê Kurdistan24ê de got: "Dê bibe xeletiyeke mezin, heke Rûsya di vê şerî de qezenc bike."

Siliņa diyar kir, wan ligel serokên Ewropayê û hevparên xwe yên wekî Brîtanya û Kanadayê karekî mezin kirine, ji bo kêmkirina şiyanên Rûsyayê di bidestxistina çavkaniyên darayî de û got: "Me hewl daye ku Rûsya nekaribe ji bo makîneya xwe ya leşkerî, çavkaniyan peyda bike." Herwiha hişyarî da ku Rûsya her dem hewl dide rêyên din bibîne ji bo reva ji cezayan û got: "Nabe em vê rastiyê ji bîr bikin."

Derbarê helwesta Ukraynayê de, Siliņa behsa daxwazên Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kir û got: "Serok Zelenskyy her dem dibêje ku divê Rûsya were sînordarkirin û rawestandin. Di rastiyê de nabe Ukrayna bedelê vê şerî bide, lê belê divê Rûsya vî bihayî bide."

Serokwezîra Latviyayê bal kişand ser bandorên şer ên li ser Ewropayê jî û got: "Niha Ewropî ji ber wan qeyranên ku Rûsyayê derxistine bedeleke giran didin. Sedema vê qeyranê ne Ukrayna ye, Rûsya ye. Ji ber vê yekê divê em fatûreya lêçûnan deynin ser maseya Rûsyayê, ne ya Ukraynayê."

Latviya wekî yek ji welatên Ewropayê tê naskirin ku herî zêde piştgiriya Ukraynayê dike. Li gorî amarên fermî, heta sala 2025an, Latviyayê nêzîkî 860 mîlyon Euro alîkariyên cûrbecûr pêşkêşî Ukraynayê kirine, ku ji vê birê, 540 mîlyon Euro tenê alîkariya leşkerî bûye.

Herwiha hikûmeta Latviyayê soz daye ku salane bi qasî %0.25 ji Berhema Navxweyî ya Giştî alîkariya leşkerî bide Ukraynayê û li ser dabînkirina çek, wesayîtên zirêpêş û dironan ji bo artêşa wî welatî berdewam bibe.