Iraqê dema girtina asmanê xwe bo 72 saetên din dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Desthilata Balafirvaniyê ya Sivîl a Iraqê ragihand ku, wekî rêkareke xweparastinê, asmanê Iraqê dê ji bo dema 72 saetên din ji bo hemî geştên asmanî girtî bimîne.

Desthilata Balafirvaniyê ya Sivîl a Iraqê sibeha îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, biryar hatiye dan ku dema girtina asmanê Iraqê ji bo hemî balafirên ku tên nav welat an jê derdikevin û yên ku di asmanê wê re derbaz dibin jî ji bo dema 72 saetên din bê dirêjkirina.

Li gorî wê daxuyaniyê, ew biryar ji saet 12:00 ê nîvroya îro Pêncşemê hatiye destpêkirin û dê heta saet 12:00 ê nîvroya roja Yekşemê bnerdewam be. Ev jî wekî rêkareke xweparastinê ya demkî tê bicihanîn.

Di pareke din a wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ev biryar li ser bingeha nirxandina berdewam a rewşa ewlehiyê û pêşketinên deverê hatiye dan. Behsa wê yekê jî kir li gorî pêşketin û guhertinên nû, rewş dê careke din bê nirxandin û biryarên pêdivî dê bên dan.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.