Mûşekên Îranê parzinîngeheke petrolê li Îsraîlê kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) - Mûşekên Îranê parzinîngeheke petrolê li bakurê Îsraîlê kir armanc û hişyarî li ser serbarkên xeter tê dan.

Desteya Weşana Medyayê ya Îsraîlê vê êvarê (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) li ser tora civakî ya Xê ragihand ku, mûşekên Îranê li bajarê Heyfayê yê bakurê Îsraîlê parzinîngehke petrolê kir armanc û bû sedema bilindbûna dûmaneke tarî li derdora wê parzinîngehê.

Desteya Weşana Medyayê ya Îsraîlê amaje jî da ku, ji ber armanckirina wê parzinîngehê xetera dêrandin û belavbûna madeyên xeter tê kirin.

Îro bîst roj di ser destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê re derbaz derbaz dibin, û hêzên çekdar ên Îranê heta niha 64 pêlên êrîşên bi mûşek û dronan li ser Îsraîl û bingehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên Kendavê kirine.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.