Nêçîrvan Barzanî cejna Remezanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir û got: Di vê rewşa hestyar de, ku devera me di nav alozî û xeteriyên şer re derbaz dibe, erkê hemiyan e ku bi berpirsiyariya dîrokî û neteweyî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna qebxwaziyan bixebitin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) peyamek belav kir û tê de cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: Bi helkefta hatina cejna Remezanê ya pîroz, ez germtirîn pîrozbahî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Bi taybetî ez pîrozbahiyê li malbat û xizmên şehîdan ên serbilind dikim û ez hêvîdar im ku ev cejn ji bo hemiyan bibe sedema aramî, rehetî û bextewariyê.
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got: Werin em mana û peyamên bilind ên vê cejnê ji lêborîn, gerdenazakirin û aştiyê ji bo xurtkirina tebayî û hevgirtinê bikin derfeteke nû.
Nêçîrvan Barzanî herwesa got: Di vê rewşa hestyar de, ku devera me di nav alozî û xeteriyên şer re derbaz dibe, erkê me hemiyan e ku bi berpirsiyariya dîrokî û neteweyî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna qebxwaziyan bixebitin.
Di pareke din a peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: Em bi hêvî û geşbînî li paşerojê dinêrin û em piştrast in ku gelê Kurdistanê dê bi xweragirî û yekdengiyê ji vê qonaxa dijwar jî derbaz bibe. Ez hêvîdar im ku ev cejn ji bo hemî aliyan cejna xêr û bexteweriyê be.