Sûdanî: Em zêdetir êrîşên li ser Heşda Şeibî qebûl nakin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê pesnê qurbaniyên hêzên Heşda Şeibî di parastina serweriya welat de da û ragihand ku, hikûmet bi tu rengan rêyê nade êrîşî çekdarên Heşda Şeibî bê kirin.

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) serdana bingeha Heşda Şeibî kir û bi serokê wê Falih Feyaz re civiya.

Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê, Sûdanî bi serok û fermandarên Desteya Heşda Şeibî re civiya û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo wê hêzê wekî "pêkhateyeke sereke ya pergala ewlehiyê" tekez kir.

Sûdanî eşkere jî kir ku, Heşda Şeibî di bin sîwana destûr û qanûnê de dixebite û pabendî fermanên bilind e, ji ber vê yekê her wî tohmeteke ji bo binavkirina Heşda Şeibî bi hêzeke derveyî qanûnê wekî "têkdan" binav kir.

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê herwesa got ku, hikûmet zêdetir lêdan, êrîş û armanckirina tu endamekî Heşda Şeibî û her endamekî din ê hêzên çekdar qebûl nake.

Sûdanî tekez li ser rola dîrokî ya Heşda Şeibî di şkandina DAIŞê û parastina yekparçeyiya Iraqê de kir. Herwesa biryar da ku ji bo malbatên kuştî û birîndarên Heşda Şeibî, wekî kêmtirîn mafên wan ên qanûnî, erdên xwecihbûnê bên dabînkirin.

Sûdan ferman da dezgehên ewlehiyê ku, li ser parastina ewlehî û tenahiyê berdewam bin. Tekez jî kir ku, nabe destûr bê dan ku tu aliyek Iraqê bikêşe nav wî şerê ku li deverê çê bûye. Herwesa tekez kir ku, divê nûnerên dîplomatîk bi tevahî bên parastin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.