Trump: Şerê Îranê di demeke nêz de bidawî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, şerê li dijî Îranê ber bi dawiyê ve diçe. Trump eşkere kir jî, wî ji Îsraîlê daxwaz kiriye ku ji bo parastina bazara enerjiyê ya cîhanî, êrîşî kêlgehên petrol û gaza Îranê neke.

Trump îro 20ê Adarê di dema pêşwazîkirina li Serokwezîra Japonê Sanay Takayçî de li "Nivîsgeha Oval" (Oval Office), ji rojnamevanan re ragihand, şerê bi Îranê re "dê di demeke pir nêz de bidawî bibe."

Trump aşkere kir, wî bi telefonê ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peywendiyek encam daye û got: "Me li ser egera lêdana kêlgehên petrol û gaza Îranê axivî. Min ji wî re got ku vî karî neke, ew ê neke jî."

Ev helwesta Trump wekî pêngaveke ji bo rêgirtina li krîzeke hîn mezintir a enerjiyê û aramkirina bazarên navdewletî yên petrol û gazê tê nirxandin.

Artêşa Îsraîlê 130 armancê nû li Îranê lê dan

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê ragihand, hêzên wan ên asmanî di 24 saetên dawî de êrîşên dijwar birine ser zêdetirî 130 baregeh û binesaziyên leşkerî yên Îranê li herêmên rojava û navenda welat. 

Hat diyarkirin ku armanca sereke ya van êrîşan, têkbirina sîstema mûşekên balîstîk û sîstemên parastina asmanî yên Tehranê ye.

Ev şerê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, niha ketiye hefteya xwe ya sêyem. Di çend rojên dawî de, şer ji armancên leşkerî û atomî derbasî ser saziyên enerjiyê bûbû, bi taybetî li kêlgeha "Parsa Başûr" û navendên "Asalûye" yên Îranê.

Îranê jî wekî bersiv, êrîşî hinek saziyên stratejîk ên li welatên Kendavê kiribû, ku di nav wan de navenda gaza "Ras Laffan" a li Qeterê jî heye. Ev gurbûna agirê şer bûbû sedema metirsiyeke mezin li ser dabînkirina enerjiya cîhanî û nirxê petrol û gazê bi awayekî berçav bilind bibû.