Serokên Yekîtiya Ewropayê: Girtina tengava Hurmizê metirsiyeke mezin a cîhanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokên Yekîtiya Ewropayê ji bo gotûbêjkirina bilindbûna nirxê enerjiyê û aloziyên Rojhilata Navîn civiyan. Ewropiyan daxwaz kirin ku Tengava Hurmizê demildest ji bo çûnûhatina keştiyan were vekirin.

Serokên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya dawî de bi giranî li ser bandorên şerê Rojhilata Navîn û krîza enerjiyê rawestiyan.

Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz piştî civînê ji rojnamevanan re ragihand, metirsiya berfirehbûna şer li navçeyê pir cidî ne û divê gavên bilez werin avêtin.

Hevdem, Serokwezîrê Swêdê jî bal kişand ser bandora şer a li ser kerta enerjiyê û got: "Gelek tişt hene ku mirov di vî şerî de nîgeran dikin. Hinek ji wan tenê bandorê li navçeyê dikin, lê krîza enerjiyê mînakeke zelal a bandorên cîhanî yên vî şerî ye."

Di encama civînê de, serokên Yekîtiya Ewropayê bi yekdengî banga aramiyê kirin û daxwazên xwe yên sereke rêz kirin:

- Divê Tengava Hurmuzê careke din ji bo bazirganiya cîhanî were vekirin.

- Êrîşên li ser binesaziya av û enerjiyê yên li Rojhilata Navîn demildest werin rawestandin.

Ev nîgeraniyên Ewropayê di demekê de ne, ku ji ber girtina tengavê û êrîşên li ser kêlgehên petrolê, nirxê sotemeniyê li Ewropa û cîhanê gihîştiye asteke rekor û ev yek bandoreke giran li ser aboriya welatan dike.