Ji bo parastina Diruziyan: Îsraîlê baregehên artêşa Sûriyeyê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, wan li başûrê Sûriyeyê êrîşî jêrxana leşkerî û depoyên çekan ên artêşa Sûriyeyê kiriye. Hat diyarkirin ku ev êrîş wekî karvedanekê li hemberî armancgirtina Diruziyên li parêzgeha Siweydayê pêk hatiye.

Artêşa Îsraîlê îro 20ê Adarê di daxuyaniyeke fermî de aşkere kir, firokeyên wan ên şer jêrxana leşkerî û depoyeke çekan a artêşa Sûriyeyê li başûrê welat bombebaran kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev operasyon bersiveke rasterast e ji bo wan êrîşên ku duh li parêzgeha Siweydayê li dijî welatiyên Diruzî hatibûn kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de peyamek ji bo pêkhateya Diruzî ya li Sûriyeyê şand û ragihand: "Em rê nadin ku ti zirar bigihîje Diruziyan. Em ê kar ji bo parastina vê pêkhateyê li navçeyê bi berdewamî bikin." 

Artêşê Îsraîlê herwiha tekez kir, ew ji nêzîk ve hemû pêşhatên li başûrê Sûriyeyê dişopînin û li gorî rênimayên asta siyasî ya Tel Avîvê dê pêngavên xwe yên leşkerî bidomînin.

Roja Pêncşemê li başûrê parêzgeha Siweydayê êrîşeke çekdarî li ser welatiyên Diruzî pêk hatibû. Piştî vê bûyerê, tevgerên serbazî yên Îsraîlê li navçeyên sînorî zêde bûn û bi rûxandina depoyên artêşa Sûriyeyê, Îsraîlê peyameke tund da aliyên êrîşkar.