PDK: Serdema navendparêziya zordar bidawî bûye, Herêm ne paşko ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê bi tundî daxuyaniyên parlamenter Baha Arecî şermezar kirin û ew wekî "binpêkirineke eşkere ya destûrê" û hewildanek ji bo biçûkxistina qewareya Herêma Kurdistanê pênase kir.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro 20ê Adarê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe ya tund li hemberî gotinên parlamenter Baha Arecî nîşan da ku di hundirê hola parlamentoyê de hatibûn ziman. PDKê ev gotar wekî "daketineke asta gumanbar a gotarê siyasî" bi nav kir.

"Hewildanek ji bo biçûkxistina Herêmê ye"

Di daxuyaniya fraksiyonê de hat diyarkirin, gotinên wî parlamenterî ne tenê cudahiya ramanê ne, lê belê "gotareke jehrîn e" û bêrêzî ye li hemberî bingehên destûrî. Hat ragihand, Arecî hewl daye qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên serwerî biçûk bixe û serkirdeyên Herêmê wekî "karmendên îdarî" binav bike, ku ev yek bi tu awayî ligel pêgeha wan a destûrî nagunje.

Fraksiyona PDKê destnîşan kir ku ev nêzîkatî binpêkirina madeyên 112, 114, 115, 116, 117 û 121 ên destûrê ye, ku têkiliya navend û Herêmê li ser bingeha "hevbeşiya hevseng" ava kirine, ne li ser bingeha "paşkoyetî".

Sê xalên giring ên daxuyaniya PDKê:

Ji bo ronîkirina rastiyan, fraksiyonê ev sê xalên sereke rêz kirin:

1- Rewabûna Destûrî (Madeya 117): Desthilatên yasadanan, cîbicîkirin û dadwerî yên Herêmê, desthilatên herêmeke federal in ku destûrê ew çespandine. Serokwezîr û wezîrên Herêmê erkên xwe li gorî bawerî û raspardeyên destûrî yên gelê xwe pêk tînin; ew ne "karmend" in ku bikevin bin bandora daxwazên siyasî yên guhêrbar.

2- Serweriya Yasayê (Maddeya 115): Destûr di dema nakokiyan de pêşîneyê dide yasaya Herêmê. Bikaranîna zimanê "ferman û hişyariyê" nîşaneya hişmendiyeke navendparêz a kevnar û pûç e.

3- Bêdengiya Serokatiya Parlamentoyê: PDKê bi tundî bêdengî û xemsariya Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê şermezar kir ku li hemberî vê destdirêjiya eşkere bêdeng mane û nekarîne rûmeta saziya yasadananê biparêzin.

Hişyarî: Serdema navendparêziya zordar bidawî bûye

Di dawiya daxuyaniyê de, Fraksiyona PDKê hişyarî da ku berdewambûna vê gotara dijminane, tenê xizmeta neyarên Iraqê dike. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Pêwîst e ev cure kes fêm bikin ku serdema 'navendparêziya zordar' her û her bi dawî bûye û destûr tekane dadwer e. Her kesê ku nikaribe destûrê bixwîne û jê fêm bike, baştir e dest ji siyasetê berde, berî ku welat bikişîne nav krîzekê ku encamên wê ne baş bin."