Berdevkê Supaya Pasdaran hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, cîgirê peywendiyên giştî û berdevkê wan ê fermî, Tuxmeneral Elî Mihemed Naînî di êrîşeke Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin.
Supaya Pasdaran a Îranê îro 20ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, Tuxmeneral Elî Mihemed Naînî îro di encama êrîşeke asmanî ya Amerîka û Îsraîlê de canê xwe ji dest daye.
Supaya Pasdaran ev bûyer wekî "tawaneke din a dijminan" pênase kir û sersaxî li Rêberê Bilind ê Îranê, malbata wî, hêzên çekdar û medyakaran kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Elî Mihemed Naînî zêdetir ji 40 salî ye di nava saziyên cuda yên Supaya Pasdaran de xizmet kiriye. Naînî bi taybetî di warê medya, ragihandin û propagandayê de di dema şerê 8 salan ê navbera Îran û Iraqê de roleke sereke lîstibû.
Tuxmeneral Naînî di du salên dawî de erkê berdevkiya fermî ya Supaya Pasdaran dimeşand. Ew bi taybetî di dema operasyonên "Soza Rastgo 2, 3, 4" de, wekî rûyê sereke yê medyayê yê artêşê derdiket pêş û daxuyaniyên fermî yên şer belav dikirin.