Şeş welatan amadehiya xwe ji bo parastina tengava Hurmizê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatên Fransa, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Hollanda û Japon di daxuyaniyeke hevbeş de êrîşên Îranê yên li ser binesaziya enerjiyê ya li Kendavê bi tundî şermezar kirin û ragihandin ku ew amade ne ji bo parastina asayîşa deryayî bikevin dewrê.

Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin: "Em daxwaz dikin ku êrîşên li ser binesaziya sîvîl, bi taybetî saziyên petrol û gazê, demildest werin rawestandin." Van welatan herwiha êrîşên li ser keştiyên bazirganî û girtina tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve wekî "kiryarên nayên qebûlkirin" pênase kirin.

Brîtanyayê aşkere kir, ew ligel Amerîka û hevparên xwe yên li Ewropa û Kendavê li ser planekê dixebitin, da ku tevgera keştiyan di tengava Hurmizê re careke din dest pê bike.

Ji aliyê din ve, Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêşniyara avakirina "çarçoveyeke xebatê ya navdewletî" di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî (NY) de kir ji bo parastina keştiyan. Macron tekez kir, Fransa naxwaze bibe parçeyek ji rûbirûbûneke serbazî ya rasterast an jî bombebaranên li navçeyê, lê piştgiriyê dide parastina asayîşa deryayî.

Girtina tengava Hurmizê, ku %20ê petrola cîhanê di wir re derbas dibe, bûye sedema krîzeke mezin a enerjiyê û bilindbûna nirxê sotemeniyê. Ji bo rûbirûbûna vê qeyranê, Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî ragihand, wan 400 mîlyon bermîl petrol ji yedeka xwe ya stratejîk xistiye bazarê û heke pêwîst bike dê mîqdarên zêdetir jî berdin.

Di dawiya daxuyaniyê de, her şeş welatan tekez kir, ew ê kar bi hevahengiya ligel welatên berhemhênerên petrolê (OPEC+) bikin, da ku asta berhemanînê zêde bikin û valahiya ku ji ber aloziyên Kendavê çêbûye dagirin, da ku bazara enerjiyê ya cîhanê aram bibe.