Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im ev Newroz bibe destpêka qonaxeke tije aştî bo xelkê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya Cejna Newrozê û Sersala nû ya Kurdî, pîrozbahiyê li hemû Kurdistaniyan dike û dibêje: 'Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku em ê hemû şiyanên xwe ji bo parastina Kurdistanê û dûrxistina wê ji her metirsiyekê bikar bînin.'
Peyama ikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Bi helkefta hatina Cejna Newrozê û Sersala nû ya Kurdî 2726, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî hemû Kurdistaniyan, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan dikim; hêviya şahî û tenduristiyê ji bo wan dixwazim.
Cejna Newrozê ji bo gelê Kurdistanê sembola serkeftin, azadî, rûbirûbûna zordaran, hatina biharê û destpêkirina jiyaneke nû ye. Hêvîdar im ev Newroz bibe destpêka qonaxeke tije aştî û asûdeyiya di jiyana xelkê Kurdistanê de û bibe sedema dawîhatina şer û naxweşiyên li navçe û cîhanê bi giştî.
Ez spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê dikim, ku mixabin ji ber êrîşên nerewa û terorîstî yên hêz û milîsên ji derveyî yasayê, Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan rûbirûyî rewşeke nexwastî bûye.
Li vir, em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku em ê hemû şiyana xwe bikar bînin ji bo parastina Kurdistanê û dûrxistina wê ji her metirsiyekê.
Em spasiya hêzên asayîşa navxwe, hêzên Hevpeymanan, aliyên peywendîdar û fermangehên xizmetguzariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim bo hewildan, westan û cîbicîkirina erkên wan bi karameyî û jêhatibûnê.
Hêvîdar im ev rewşa dijwar di paşerojeke nêz de bidawî bibe û Herêma Kurdistanê wek her dem di pêşkeftin, geşesendan û avedaniyê de berdewam be.
Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be, her di xweşî, tebayî û tenahiyê de bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
20ê Adara 2026an