Amerîka nêzî 5 hezar serbazên din dişîne Rojhilata Navîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Kanala ‘Fox News’ê ya Amerîkayî ji zarê rayedarekî welatê xwe ragihand: Nêzîkî 4 hezar û 500 deryavan û serbazên hêzên Marînz ên Amerîkayê ji bo xurtkirina pêgeha leşkerî ya Waşintonê ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê keftin.
Kanala navbirî eşkere jî kir: Hêzeke erkdar, ku ji nêzîkî 4 hezar û 500 serbazan pêk tê, niha bi rêya zeryaya Hêminê ber bi Rojhilata Navîn ve di tevgerê de ye.
Ev pêngav jî di demekê de ye ku, Rojnameya ‘Wall Street Journal’ê pêştir ragihandibû ku, Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê zêdetir ji du hezar serbazên Marîzn û sê keştîyên xwe yên din ên şer şandine deverê.
Kanala ‘CBS News’ê jî ji aliyê xwe ji zarê çavkaniyên haydar eşkere kir ku, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) planeke berfireh ji bo îhtîmala belavkirina hêza bejayî li nav axa Îranê, bi taybetî jî li Girava Xargê, amade kiriye. Armanca vê planê dabînkirina hejmareke vebijarkên leşkerî ji bo birêvebiriya Trump e ji bo îhtîmala zêdetir teqîna rewşa deverê.
Ev pêşveçûnên leşkerî piştî wê yekê tên ku, Amerîka û Îsraîlê ji 28ê Sibatê vir ve hejmareke êrîşan kir ser armancên li nav axa Îranê, û Îranê jî bi êrîşkirina li ser axa Îsraîlê û bingehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bersiv da.
Ji ber zêdebûna hevrikiyan, Tengava Hurmizê ku şademara veguhastina petrol û gaza cîhanê ye rûbirûyî dorpêçeke nefermî bûye, vê yekê jî bandoreke rasterast kiriye ser asta hinardekirin û berhemanîna petrolê li deverê û bihayê wê li bazarên cîhanê.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.