Di êrîşeke Îranê de çend kes li Televîvê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Îsraîlê ragihand ku, di encama êrîşeke berfireh a bi mûşekan li ser bajarê Televîvê û derdora wê de, îro hejmareke welatiyên Îsraîlê birîndar bû û zenga haydarkirinê li çend deveran hat lêdan.

Kanala 12ê ya Îsraîlê ragihand: Hejmareke mûşekan ji Îranê hatine avêtin û li çend cihên cuda cuda yên hundirê Îsraîlê ketine, ev jî bûye sedema tomarkirina birîndar û zirarên madî yên zêde. Zirar bi taybetî li avahiyên navenda Îsraîlê û bajarê Rîşon Letsiyonê li başûrê Televîvê hatine dîtin.

Her wê çavkaniyê eşkere jî kiriye ku, ji ber ketina bermahiyên mûşekan, dûmaneke zêde li asmanê çend deveran bilind bûye. Herwesa medyayên din jî eşkere kiriye ku, yek ji wan mûşekan kulava ûşîyî hilgirtiye û bûye sedema belavbûna perçeyên mezin û hingaftina gelek avahiyan.

Îran ji bo heftiya sêyê li pey hev rûbirûyî êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê dibe. Hevrikiyên rasterast ên di navbera Tehran û Televîvê de niha ji bo şerekî vekirî yê herêmî hatine guhertin ku ji bo nav axa Iraq, Libnan, Sûriye û devera Kendavê hatiye rakêşan. Vê yekê jî nîgeraniyeke navneteweyî ya zêde li ser ewlehiya enerjiyê, tengavan û tenahiya giştî ya deverê çê kiriye.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.