Di êrîşa li ser bingeha Hewalgiriya Neteweyî ya Iraqê de efserek hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Hewlagiriya Neteweyî ya Iraqê îro (Şemî, 21ê Adara 2026ê) piştî nîvro ragihand ku, dezgeha wan li bajarê Bexdayê rastî êrîşeke terorîstî hatiye.
Li gorî daxuyaniya fermî ya wê dezgehê, ew êrîş îro saet 10:00 ê sibehê ji aliyê komên neqanûnî ve hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de, efserekî wê dezgehê hatiye kuştin.
Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye gotin: Ev êrîş ji bo rêgirtina li wê dezgehê ku erkên xwe yên neteweyî û pîşeyî bi cih bîne bizaveke bêkêr e. Dezgeha Hewalgiriyê tekez jî kir ku, kiryarên bi vî rengî tenê dê wan ji bo berdewambûna li ser karên wan xurttir bikin.
Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî di dawiya wê daxuyaniyê de soz daye ku, dê li pey biker û berpirsên li pişt wê êrîşê biçe heta ew tên girtin û radestî dadgehê tên kirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê jî pêştir got ku, dengê çend teqînan li Bexdayê hatiye bihîstin û herwesa dronek li ser pêşangeha navneteweyî ya Bexdaya paytexta Iraqê hatiye êxistin.
Herwesa got: Êrîşa şevêdî yek ji êrîşên dijwar bû. Nêzîkî 30 êrîşan li ser bingeha piştevaniya lojîstîk û dîplomatîk a Amerîkayê hatine kirin û bizav kiriye ku, pergala berevaniyê li wê bingehê hilweşînin lê nekariye. Herwesa ji ber wan êrîşan, agir berbû embareke wê bingehê jî.
Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir: Li gorî aliyên nêzî eniya Miqawemeyê, di wê êrîşê de zirarên canî hebûn lê heta niha nehatine ragihandin. Herwesa got: Serê sibeha îro jî dîsa zenga haydarkirinê li Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hatiye bihîstin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.