Peyama Nêçîrvan Barzanî ya pîrozkirina Newrozê li Diyarbekirê hat xwendin
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li nav ahengê Newrozê ya bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê hat xwendin, ku tê de cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî bi germî û ji dil li hemî gelê Kurd pîroz dike û hêvîdar dike ku ev cejn ji bo hemiyan bibe sedema xêr û aramiyê.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Xûşk û birayên hêja, amadebûyîyên birûmet,
Ez cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî bi germî û ji dil li hemî gelê Kurd û li we yên hêja pîroz dikm, ku îro li vê derê li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne.
Newroz ji bo me cejneke taybet e, sembola vejîn û îradeya jiyanê ye, herwesa nîşandana hêviyên miletekî ye ku her tim têhniyê azadiyê û pêkvejiyanê bûye. Ez hêvîdar im ev cejn ji bo hemiyan bibe sedema xêr û aramiyê.
Amadebûyîyên qedirgiran, ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekê salane yê ciwan bi serê xwe cejna jiyan û ciwaniyê û nîşana daxwaz û peyama gelê Kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdû.
Di demekê de ku em îro cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştevaniya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê tekez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê karekê dîrokî ye û ji bo berjwendiya her du gelên Tirk û Kurd û tevahiya herêmê ye. Aştî rêya yekane ye ku paşerojeka geş ji bo nifşên me misoger dike.
Gelê hêja, em pir ji kevn de cîran û hevqeder in. Çarenivîs û berjwendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê, em dikarin bi ser astengiyên bikevin û jiyaneka birûmet ji bo her kesî ava bikin.
Li vê derê, ez spasî û destxweşiyan ji bo hemî wan gavan dubare dikim ku heta niha ji bo biserxistina aştiyê hatine avêtin. Em bi hêvî li van bizavan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e. Em li Herêma Kurdistanê dîsan hevkariya xwe ji bo biserxistina aştiyê nîşan didin û em li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne.
Werin em hemî pêkve kar bikin, ji bo ku di van rojan de ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar de derbaz dibe aştî bibe rastiyeka herêmî û hertimî.
Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21ê Adara 2026ê