Serok Barzanî: Kurdan qet dev ji mafên xwe bernedaye

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyama Serok Barzanî îro (Şemî, 21ê Adara 2026ê) li nav Festîvala Newrozê ya li bajarê Bonê yê Almanyayê bi rêya vîdyoyê hat pêşkêşkirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de, cejna Newrozê li kesên amadebûyî û hemî Kurdistaniyan li Kurdistan, Ewropa, Amerîka û her cihekê dî yê cîhanê pîroz kir û got: Newroz  hêviya gelekî ye ku çu caran ji bo maf û azadiya xwe dest ji xebat û berxwedanê bernedaye.

Peyama Serok Barzanî:

Min ji dil û can dixwest bi we re tevlî vê ahenga pircoş bûbam, lê ji ber rewş û aloziyên ku li deverê heyî, bi daxwaza lêborînê ve, ez neşiyam li gel we pişkdar bibim. Min divêt pir bidil cejna Newrozê li we û hemî Kurdistaniyên ezîz li Kurdistanê û Ewropa Amerîka û her cihekê dî yê vê cîhanê ku lê dijîn pîroz bikim.

Newroz tenê hatina werzek û nûbûna xwezayê û hilkeftinek nîne, belkî ji bo ji bo Kurdistaniyan nîşana vejîn û azadiyê ye, nîşana destpêkeka nû û rabûn û hêvî û helatina rojeke nû ye. Newroz  hêviya gelekî ye ku çu caran ji bo maf û azadiya xwe dest ji xebat û berxwedanê bernedaye.

Agirê Newrozê 2700 sal e di dilê her Kurdistaneiyekî de ye û peyam e ji bo hemî cîhanê ku ev gel xwedan îradeya xwe ye û tu berbest û stemkarek neşiyaye wê îradeyê rawestîne. Newroz agirek e ji bo azadî û bawerîbixwebûn û xweneçemandinê di dilê kit kitên Kurdistanê da.

Kurdistaniyên hêja û xweşevî, em Kurd li her cihekî bin, li Kurdistanê an Ewropayê an Amerîkayê an jî her cihekê dî yê vê cîhanê, yek peyama serekî me hemiyan pêkve kom dike, ew jî nasnameya Kurdînî û viyana azadiyê ye.

Ez gelek dilxweş im ku niha li bajarê Bonê yê Almanyayê vê hejmara zêde ya welatiyên Kurd dibînim, ku ev bi xwe nîşana yekrêzî û hevdengiya Kurdan e, nîşana wê çendê ye ku Kurd li her cihekê bin dişên bi yek dilî û yek dengî ji bo maf û nasnameya xwe mil bi milê yek rabiwerstin. Ew çend jî rêya durist e û rêya rizgarbûnê ye.

Ez daxwazê ji we dikim di hemî demekê de vê yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin. Em niha di serdemekî da dijîn ku çavên hemî cîhanê li ser Kurdan in. Eger em bi xwe hebin û yekrêz û pişt û penaya hev bin, piştrast bibin ku cîhan jî dost û alîkar û piştevana me ye.

Welatên Ewropayê bûne mala duyê ya hejmareka zêde ji Kurdên her çar parçeyên Kurdsitanê. Belê ez piştrast im ku dilê we hemiyan li gel ax û niştîman û welat e. Ez daxwazê ji we dikim ku zarokên we ji ziman û kulturê Kurdî neyên veqetandin û her Kurdekê li derveyê Kurdistanê dijî, pêdivî ye balyozekê hejî yê neteweya xwe be û nimûneya serederiya şaristanî û bihayên bilind ên gelê xwe be û rêzê li qanûn û wan welatan bigire ku bi salan e hûn tê de dijîn û ji bo we wek penagehekê bûne.

Kurdistaniyên xweşevî, xûşk û birayên ezîz, cihê dilxweşiyê ye ku Rojavayê Kurdistanê ji karesat û nexweşiyan hat parastin û hêvîdar im ku rêz li maf û daxwazên gelê Kurd li Sûriyeyê bê girtin. Herwesa em piştevaniya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dikin û em hêvîdar in bigihîje encamekê baş û di xizmeta hemî aliyan da be.

Di dema niha da ku cîhan pir e ji guhertinên mezin û mixabin devera me di şer û aloziyan re derbaz dibe. Di vê reşa berteng da, ku cîhanê bi giştî pêdivîtî bi aştî û aramiyê heye, peyama gelê Kurdistanê hemî gavan peyama aştî û aramiyê bûye. Hemî bizavên me ew bûne ku gelê Kurdistanê nebe pişkek ji wan arêşe û hevrikiyan. Em hêvîdar in ku xûşk û birayên me li Rojhilatê Kiurdistanê û herwesa li Herêma Kurdistanê ji şer û alozî û nexweşiyên ku li deverê hene parastî bin.

Li dûmahiyê ez careka dî cejna Newrozê li we pîroz dikim û hêviya xweşiyê û saleka bextewer û şahiyê ji bo we dixwazim. Ez li vê derê daxwazê ji we dikim ku hûn wekî xûşk û birayan pişt û penaya hev bin û biha û bingehên neteweyî li serveyî hemî berjewendiyên û hizir û aydolojiyayan bin.

Me hemiyan li Kurdistanê gelek hêvî û omêdên bi hêz û şiyanên we û bandora revenda Kurdî û Kurdên li derveyê Kurdistanê hene, ji bo bihêzkirin û nasandina doza rewa ya gelê Kurdistanê bi cîhanê.

Newroz û saleka xweş ji bo we û min hêviyeka zêde bi paşeroja gelê Kurdistanê heye û serkeftin her ji bo gelê me ye. Silav li canê pakij ê şehîdên rêya azadiyê li her cihekê bin. Ez fer dizanim ku spasiya Konfederasyona Revenda Kurdî bikim, ji ber zehmeta wan kêşayî.

Newroza we pîroz û bimînin di xêr û xweşiyan da.