Berdevkê Sûdanî: Em êrîşên li ser nûnerên dîplomatîk lêkolîn dikin

sebah Numan
sebah Numan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan îro (Yekşem, 22ê Adara 2026ê) ragihand ku, lêkolînên li ser êrîşên li ser nûnerên dîplomatîk û balyozxaneyan berdewam in. Hişyarî jî da ku, kiryarên bi vî rengî dibn sedema lengkirina navûdengên welat û vederkirina Iraqê li ser asta navneteweyî.

Sebah Numan ji medyaya Iraqê re ragihand: Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ev êrîş xistine xaneya "kiryarên terorîstî", li gorî Qanûna Hejmar 13 a sala 2005ê. Herwesa got: Ev kiryar hatine şermezarkirin ji ber ku pêgeha dîplomatîk a Iraqê lawaz dikin û dibin sedema şermezarkirina hikûmetê li beranberî civaka navneteweyî.

Navbirî tekez jî kir: Hikûmet berdewam ji bo vegerandina rûmeta navneteweyî ya Iraqê xebitiye û welat bûye parek ji çareseriya pirsgirêkên deverê. Herwesa got: Iraqê di salên borî de postên girîng ên wekî serokatiya Lûtkeya Erebî û gelek desteyên navneteweyî wergirtine, ku ew jî nîşana baweriya cîhanê bi rola bibandor a Iraqê ye.

Sabah Numan li ser aloziyên deverê behsa hişyariyên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û got: Her têkçûneke ewlehiyê li deverê dê encam û bandorên xirab ji bo hemiyan hebin. Herwesa behsa wê yekê jî kir ku, niha li deverê awayekê aloziyên siyasî, ewlehî û aborî tê dîtin ku ne tenê Îranê vedigire, belkî bandor li ser welatên Kendavê û tevahiya cîhanê jî kiriye.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê herwesa ragihand: Ji ber berjewendiyên lêkolînê, niha guncayî nîne ku zêdetir hûrgilî li ser nasnameya bikerên êrîşên li ser nûnerên dîplomatîk bên eşkerekirin.