Wezareta Navxwe ya Iraqê gotgotka êrîşkirina li ser Desteya Pîşesaziya Şer red kir

Wezareta Navxwe ya Iraqê
Wezareta Navxwe ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Iraqê ew gotgotkên ku behsa êrîşkirina li ser bingeha Desteya Pîşesaziya Şer li Bexdayê dikin red kirin û ragihand ku, rewşa ewlehiyê ya deverê bi tevahî tena ye û tu bûyerên bi wî rengî nehatine tomarkirin.

Wezareta Navxwe ya Iraqê îro (Yekşem, 22ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de ew nûçe red kirin ên ku di hin ji medya û torên civakî de hatine belavkirin û behsa wê yekê dikin ku bingeha Desteya Pîşesaziya Şer li Bexdayê hatiye armanckirin.

Wezareta navbirî tekez jî kir ku, tu tu êrîş an destdirêjî li ser dezgehên pîşesaziya şer nehatine tomarkirin û rewşa ewlehiyê ya derdora wan cihan bi tevahî tena ye.

Wê wezaretê di dawiya daxuyaniya xwe de jî bang li dezgehên medyayê kir ku, di veguhestina nûçeyan de piştrast û berpirsiyar bin û tenê xwe bispêrin çavkaniyên fermî, ev jî bi merema rêgirtina li çêbûna hemî rengên tirsê di nav welatiyan de.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.