Wezareta Pêşmerge: Êrîşî bingeheke me ya li Çemçemalê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, careke din bi droneke bombekirî êrîşî bingeheke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li qezaya Çemçemalê hat kirin.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 22ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, şevêdî (Şemî, 21ê Adarê) "komên terorîstî yên neqanûnî careke din dest bi kiryareke wêranker kir û bi rêya droneke bombekirî êrîşî bingeheke hêzên Pêşmergeyan li sînorê Çemçemalê kir”.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî ew êrîş şermezar kir û tekez kir ku, armanc ji wê êrîşê "têkdana ewlehî û tenahiya deverê ye”.
Wezareta navbirî tekez jî kir: Dubarekirina van êrîşên terorîstî li ser bingehên Pêşmergeyan di demekê de ye ku, rewşa deverê bi giştî li beranberî qonaxeke hestyar û aloz e.
Wezareta Pêşmerge bang li Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku, "sînorekî ji bo van êrîşên bêhincet dane, ku li ser bingehên Pêşmergeyan tên kirin.
Pêştir jî li roja Çarşemê, 18ê Adara 2026ê, du bingehên yekîneyên Wezareta Pêşmerge li her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bûn armanca êrîşên bi dronan û di encamê de sê Pêşmerge birîndar bûn.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.