Îran: Tengava Hurmizê tenê ji bo dijminên me girtî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Herdemî yê Îranê li Rêxistina Navneteweyî ya Keştîvaniyê Seyîd Elî Mûsewî îro (Yekşem, 22ê Adara 2026ê) ragihand ku, Tengava Hurmizê ne girtî ye, tenê divê keştî ji bo parastina xwe û swarên xwe pêşwext wan haydar bikin.
Seyîd Elî Mûsewî eşkere jî kir ku, Tengava Hurmizê ji bo hemiyan vekirî ye ji bilî "dijminan", herwesa divê keştî ji bo parastina xwe bi aliyê Îranî re hevahengiyê bikin.
Navbirî ron jî kir ku, diyalog û dîplomasî heta niha jî serpişka bijardeyên wan in, lê ya ji wê girîngtir rawestandina êrîş û destdirêjiyên li ser welatê wan e.
Nûnerê Herdemî yê Îranê li dawiyê jî eşkere kir ku, ew amade ne ku ji bo azadiya keştîvaniyê bi Rêxistina Navneteweyî ya Keştîvaniyê û welatên din re danûstandin û hevkariyê bikin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî 48 saet wekî destûrî dane Îranê da ku Tengava Hurmizê veke. Herwesa gef xwarine ku eger ew tengav neyê vekirin, ew dê westgehên mezin ên enerjiyê yên Îranê wêran bikin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku, bikaranîna bombeyên giran ji aliyê balafirên Amerîkayê ve şiyana Îranê ya gefkirina li Tengava Hurmizê lawaz kiriye.
Pêşveçûn nîşan didin ku, ev krîz ber bi qonaxeke xeter ve diçe, xasma jî piştî ku êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê dezgehên atomî yên wekî Netenzê û gelek bingehên leşkerî û jêrxaneya Îranê kirine armanc. Herwesa êrîşên berevajî yên Îranê jî zirar gihandine gelek deverên Îsraîlê û zêdetir ji 100 kesan birîndar bûne.