NATO: Em dê bo parastina Tengava Hurmizê alîkariya Amerîkayê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê ragihand ku, ew hevpeymanî dê bi tevlîbûna 22 welatan ji bo vekirina Tengava Hurmizê alîkariya Dewletên Yekgirtî yên Amrîkayê bike, îtîraf jî kir ku Donald Trump ji ber sistiya hevalbendên xwe yên Ewropayî li beranberî şerê li dijî Îranê hêrs e.

Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê Mark Rutte îro (Yekşem, 22ê Adara 2026ê) eşkere kir ku, 22 welatên endamên NATOyê dê tevlî vê bizava navneteweyî bibin da ku çareseriyekê bibînin û Tengava Hurmizê ya stratejîk ji bo keştîvaniya cîhanî vekin.

Mark Rutte herwesa got ku, ev biryar di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump nîgeranî û hêrsa xwe aniye ziman û wesa difikire ku hevalbendên Amerîkayê yên Ewropayî ji bo piştgirîkirina Waşintonê di şerê li dijî Îranê de li asta pêdivî nebûn.

Sekreterê Giştî yê NATOyê tekez jî kir ku, şiyanên Îranê li ser hebûna Îsraîlê, ewlehiya deverê, Ewropa û tevahiya cîhanê gefeke rasterast in, ji ber vê yekê bizavên Amerîkayê ji bo hilweşandina jêrxaneya atomî û mûşekî ya Tehranê wekî pêdivî û girîng wesf kir.

Mark Rutte piştgiriya bi tevahî ya NATOyê ji bo kampanyaya leşkerî ya Donald Trump anî ziman û ragihand ku, NATO dê li kêleka Amerîkayê bisekine da ku wan gefên ku ji aliyê Tehranê ve rûbirûyî civaka navneteweyî bûne, xasma jî li ser pirsa azadiya keştîvaniyê û rêgirtina li pêşxistina çekên komkuj, bidawî bike.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî 48 saet wekî destûrî dane Îranê da ku Tengava Hurmizê veke. Herwesa gef xwarine ku eger ew tengav neyê vekirin, ew dê westgehên mezin ên enerjiyê yên Îranê wêran bikin.