Trump 48 saet dem da Îranê ji bo tengava Hurmizê veke
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gefên tund li Îranê xwarin û 48 saet dem da Tehranê ku Tengava Hurmizê bi temamî veke, wekî din dê westgehên enerjiyê yên wî welatî werin rûxandin.
Trump di hevpeyvînekê de ligel tora "NewsNation", bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derva yê Îranê Ebas Araqçî da û got: "Em ê bibînin ka ew rast dibêje yan ez." Ev daxuyaniya Trump wekî bersivekê hat, piştî ku Araqçî ragihandibû ku Tehran li hember gefên Amerîkayê serî natewîne.
Donald Trump duh 22ê Adarê di peyamekê de li ser platforma "Truth Social" hişyarî da Îranê û 48 saet dem da wî welatî ku Tengava Hurmizê bi temamî ji bo çûnûhatina keştiyan veke. Trump gef xwar ku eger ev daxwaz neyê cih, Amerîka dê westgehên enerjiyê yên Îranê bombebaran bike û dê ji westgeha herî mezin dest pê bike.
Bersiva Îranê: ‘Em ê Tengava Hurmizê bi temamî bigirin’
Li aliyê din, Hêzên Çekdar ên Îranê bi rêya Baregeha Xatimulenbiya bersiva gefên Trump dan û ragihand, eger Amerîka êrîşî westgehên wan bike, ew ê Tengava Hurmizê bi temamî bigirin û heta westgehên wan ji nû ve neyên avedankirin, ew ê tengavê venekin.
Wezîrê Derva yê Îranê Ebas Araqçî jî li ser hesabê xwe yê X’ê diyar kir, Tengava Hurmizê nehatiye girtin, lê ji ber tirs û şerê ku Trump derxistiye, kompanyayên sîgorteyê newêrin keştiyên xwe bişînin. Araqçî got: "Ti kompanyayeke sîgorteyê û ti Îranî li ber gefan serî natewînin. Bêyî azadiya bazirganiyê, azadiya deryavaniyê nabe."
Girîngiya Tengava Hurmizê û bandora wê ya aborî
Tengava Hurmizê yek ji giringtirîn rêyên deryayî yên cîhanê ye ku rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrol di wir re derbas dibe. Ji 2ê Adarê ve Îranê çûnûhatina di tengavê de sînordar kiriye. Ev yek bûye sedema bilindbûna nirxê petrolê û lêçûnên veguhastinê, ku metirsiyeke mezin li ser aboriya cîhanê çêkiriye.