Îran bersiva moleta 48 saetî ya Trump dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derva ya Îranê di daxuyaniyeke de helwesta xwe ya nû ya li ser asayîşa deryavaniyê li Tengava Hurmizê û Kendavê ragihand. Tehranê diyar kir, ew rê nade keştiyên Amerîka û Îsraîlê di tengavê re derbas bibin.
Wezareta Derva ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand, her çend ew pabendî prensîpên navdewletî bin jî, lê piştî geşedanên 28ê Sibata 2026an û "destdirêjiya Amerîka û Îsraîlê" ya li ser axa Îranê, li navçeyê rewşeke nû ya yasayî çêbûye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Tengava Hurmizê bi temamî li ber bazirganiya navdewletî nehatiye girtin, lê Îran tenê rê li ber wan keştiyan digire ku yên Amerîka û Îsraîlê ne, yan jî peywendiya wan bi van her du welatan re heye. Tehran vê gava xwe wekî "mafê parastina rewa" û bersivek li dijî êrîşên serbazî pênase dike.
Li gorî daxuyaniyê, keştiyên Amerîka û Îsraîlê êdî sifeta "derbasbûna ewle" winda kirine û Îran wekî "aliyên şer" serederiyê bi wan re dike.
Ji bo welatên din du merc hatin danîn
Wezareta Derva ya Îranê daxuyand, keştiyên welatên din ên ku ne alîgirê "dijmin" in, dikarin bi awayekî aram di Tengava Hurmizê re derbas bibin, bi mercê ku:
1- Bi ti awayî alîkarî yan beşdariyê di çalakiyên li dijî Îranê de nekin.
2- Pabendî rênimayên ewlehiyê bin û hevahengiyê bi aliyên peywendîdar ên Îranê re bikin.
Tehran Amerîka û Îsraîlê wekî berpirsiyarên sereke yên têkçûna asayîşa deryavaniyê li Kendav û Tengava Hurmizê dibîne. Îranê di daxuyaniya xwe de got: "Her cure bêaramî li vê rêrewa avê, encama wî şerê neyasayî ye ku li dijî Îranê hatiye destpêkirin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vegera aramiya herdemî bo Tengava Hurmizê, tenê bi yek mercî pêkan e: "Bidawîkirina destdirêjiyên serbazî, rawestandina gefan û rêzgirtin li berjewendiyên rewa yên Îranê." Herwiha hat tekez kirin ku her destpêşxeriyek ji bo ewlehiya herêmê, divê bi hevahengî û razîbûna Tehranê be.