Asta ava bendavên Kurdistanê bi awayekî berçav bilind bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Bendav û Kogehên Avê ya ser bi Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amarên 24 saetên dawî yên rewşa bendavan belav kirin. Li gorî amaran, ji ber barana zêde rêjeya ava komkirî bi awayekî berçav zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya ku îro Duşemê (23ê Adara 2026an) hat belavkirin, tenê di nav 24 saetên dawî de, 242 mîlyon metre sêcar av di bendavên Dukan û Derbendîxanê de kom bûye. Bi vê yekê, asta ava Bendava Dukanê 83 santîmetre û asta ava Bendava Derbendîxanê jî 30 santîmetre bilind bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, dahata ava Bendava Dihokê 2.5 mîlyon metre sêca bûye û asta ava wê 1 metre bilind bûye. Her wiha Bendava Gomaspanê jî nîv mîlyon metre sêca av wergirtiye. Rêveberiyê eşkere kir, piraniya bendavên biçûk û navîn tije bûne û dest bi serrijînê kirine.

Wezareta Çandiniyê hişyariyê dide welatiyan, ji ber zêdebûna rêjeya avê, îro birê berdana avê ji Bendava Derbendîxanê tê zêdekirin. Ji ber vê yekê, bang li welatî û geştiyaran hat kirin ku ji çemê Sîrwanê û deverên nêzî qeraxên çem dûr bikevin, da ku silametiya canê wan parastî be.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku plansaziya komkirin û berdana avê bi awayekî zanistî ji aliyê tîmên pispor ve tê birêvebirin û ti metirsiyek li ser bendavan nîne.