Di şerê li Rojhilata Navîn de bi hezaran kes hatine kuştin û birîndar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan a "HRANA" amara qurbaniyên şerê li Rojhilata Navîn aşkere kir. Li gorî raporê, ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de (28ê Sibatê), li seranserî navçeyê bi hezaran kes hatine kuştin û birîndarkirin.

HRANA’yê îro 23ê Adarê raportek belav kir û tê de karesata mirovî ya ku ji ber şer rû daye, bi hûrgulî şirove kir. Amara qurbaniyan li gorî welatan bi vî rengî ye:

Îran

Li gorî raporê, hejmara kuştiyan di hundirê axa Îranê de, gihîştiye 3230 kesan. Hat ragihandin ku ji vê hejmarê hezar û 406 kes sivîl in û di nav wan de jî 210 zarok hene. Ev di demekê de ye ku rayedarên Îranê amara kuştiyan kêmtir nîşan didin û dibêjin hezar û 332 kes hatine kuştin.

Libnan

Rayedarên Libnanê ragihandin, ji 2ê Adarê ve 1029 kesan di encama êrîşên asmanî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di nav kuştiyan de zêdetirî 100 zarok hene.

Iraq

Li Iraqê herî kêm 60 kes hatine kuştin ku piraniya wan endamên Heşda Şeibî ne. Her wiha di bûyereke ketina firokeya leşkerî ya Amerîkayê de 6 leşkerên Amerîkî hatine kuştin. Li nêzî bendergehan jî endamekî tîma keştiyeke biyanî canê xwe ji dest daye.

Îsraîl

Li Îsraîlê 15 sivîl hatine kuştin; ji wan 9 kes di êrîşeke mûşekî ya Îranê de li herêma "Beit Shemesh" canê xwe ji dest dane. Artêşa Îsraîlê kuştina 2 leşkerên xwe li başûrê Libnanê piştrast kir. Herwiha rapor dibêje ku li Kerta Rojava, 4 jinên Filistînî bi mûşekeke Îranê hatine kuştin.

Amerîka

Pentagonê ragihand, ji destpêka şer ve 13 leşkerên wan hatine kuştin, ji wan 6 leşker di ketina firokeyekê de li Iraqê û 7 leşkerên din jî di dema operasyonên leşkerî de di hundirê axa Îranê de hatine kuştin.

Kuweyt

Li Kuweytê 6 kes hatine kuştin. Ji wan 2 sivîl in ku di êrîşên Îranê de mirine û 4 endamên Wezareta Navxwe û hêzên çekdar in ku di dema erkê xwe de, bûne qurbanî.