Heşda Şeibî: Firokeyên Amerîka û Îsraîlê baregehên me bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Heşda Şeibî ragihand, baregehên Lîwaya 15ê li sînorê Fermandariya Operasyonên Bakur û Rojhilatê Dîcleyê rastî êrîşeke asmanî hatine û tê de tenê zirarên madî çêbûne.

Li gorî daxuyaniya ku îro 23ê Adarê ji aliyê Desteya Heşda Şeibî ve hat belavkirin, saet 11:30ê sibehê, hêzên wan ên li sînorê Fermandariya Operasyonên Bakur û Rojhilatê Dîcleyê rûbirûyê êrîşeke asmanî bûne.

Heşda Şeibî di daxuyaniya xwe de firokeyên şer ên "Amerîka û Îsraîlê" wekî berpirsiyarên êrîşê nîşan dan. Hat diyarkirin ku êrîşê xalên paşîn ên Lîwaya 15ê kiriye armanc. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku di vê bombebaranê de, ti kuştî yan birîndar nîn in û tenê zirarên madî li baregehan ketiye.

Desteya Heşda Şeibî tekezî li ser wê yekê kir ku tevî berdewamiya van êrîşan, hêzên wan dê di cîbicîkirina erkên xwe de berdewam bin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em ê ji bo parastina asayîş, aramî û serweriya xaka welat karê xwe bidomînin."