Trump: Gotûbêjên me yên baş û berhemdar bi Tehranê re hebûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, di navbera Washington û Tehranê de "gotûbêjên berhemdar" pêk hatine û ji ber vê yekê wî ferman daye ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan werin paşxistin.
Trump îro 23ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" peyamek belav kir û diyar kir, di du rojên borî de di navbera Washington û Tehranê de gotûbêjên kûr û biencam hatine kirin, daku çareseriyek ji bo aloziyên li Rojhilata Navîn were dîtin û dawî li dijminatiyê were anîn.
Trump diyar kir, ji ber ku atmosfereke erênî di danûstandinan de çêbûye, wî ferman daye Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ku hemû êrîşên serbazî yên li ser westgehên enerjiyê û binesaziya aborî ya Îranê rawestînin.
Serokê Amerîkayê ragihand, ev biryar ji bo piştgirîkirina proseya gotûbêjan a ku tê çaverêkirin di vê hefteyê de berdewam bike, hatiye girtin.
Donald Trump tekez kir, ev rawestandina êrîşan demkî ye û tenê ji bo 5 rojan e. Trump destnîşan kir ku berdewamiya vê aramiyê bi serkeftina civîn û gotûbêjên navbera her du welatan ve girêdayî ye.
Heta niha ji aliyê berpirsên Komara Îslamî ya Îranê ve derbarê daxuyaniyên Trump û rawestandina êrîşan de, ti bersivek an daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.