Ajansa Tasnim: Îranê ligel Amerîkayê gotûbêj nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê "gotûbêjên berhemdar" de, Îranê ev gotin red kirin û ragihand, Trump ji ber gefên leşkerî û krîza aborî neçar maye êrîşên xwe bipaş bixe.

Jêderekî payebilind a ewlehiyê îro 23ê Adarê ji ajansa nûçeyan a "Tasnim" a Îranê re ragihand, Donald Trump di mijara êrîşên li ser binesaziya hestiyar a Îranê de "gav bi paş ve avetiye". Herwiha wî jêderî bi tundî hebûna her cure danûstandinekê di navbera Tehran û Washingtonê de red kir.

Li gorî gotina berpirsê ewlehiyê yê Îranê, piştî ku gefên leşkerî yên Îranê "cidî" bûn, Trump neçar ma ku êrîşan rawestîne. Herwiha diyar kir, "zêdebûna zexta li ser bazarên darayî yên cîhanê û metirsiya li ser kaxezên darayî (bonds) yên li Amerîka û welatên Rojava" sedemên sereke ne ku Trump biryara rawestandina êrîşan daye.

Wî jêderê ewlehiyê aşkere kir jî, her çend bi rêya hin navbeynkarên navdewletî peyam ji bo Tehranê hatine şandin jî, lê Îranê ti danûstandin ligel Amerîkayê nekiriye. Hat destnîşankirin ku Îran dê heta gihîştina bi asta "hêza rêgiriyê" berevaniya xwe bidomîne.

Wî rayedarê Îranî moleta 5 rojan a Trump wekî "şerê derûnî" pênase kir û got: "Bi van lîstikan, ne Tengava Hurmizê vedibe û ne jî aramî vedigere bazarên enerjiyê. Ev molet nîşaneya berdewamiya tawanên vî rejimî ye; em ê jî bi awayekî berfireh berevaniyê li welatê xwe bikin."

Ev bersiva Îranê piştî wê yekê hat, Donald Trump li ser hesabê xwe yê "Truth Social" ragihandibû, wan ligel Tehranê "gotûbêjên kûr û berhemdar" kirine. Trump gotibû ku ji ber "atmosfereke erênî", wî ferman daye Pentagonê ku êrîşên ser binesaziya Îranê ji bo 5 rojan werin paşxistin, daku derfet ji bo çareseriyekê çêbibe.