Îmarat: Em rûbirûyî zêdetir ji 2 hezar mûşek û dronan bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand, îro 7 mûşekên balîstîk û 16 dronên Îranê pûç kirine. Li gorî amaran, ji destpêka şer ve zêdetirî 2 hezar êrîşên asmanî li ser axa Îmaratê hatine kirine.
Wezareta Berevaniyê ya Îmarata Erebî di daxuyaniyekê de ragihand, sîstema wan a berevaniya asmanî rûbirûyê êrîşeke nû bûye. Hat diyarkirin, hêzên wan karîne 7 mûşekên balîstîk û 16 dronên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn şandin, beriya bigihîjin armanca xwe pûç bikin.
Amarên giştî yên êrîşên li ser Îmaratê
Wezareta berevaniyê di daxuyaniya xwe de amarên hemû êrîşên ku ji destpêka aloziyan ve li ser axa wî welatî hatine kirin, bi vî rengî rêz kirin:
- 352 mûşekên balîstîk.
- 15 mûşekên kruz.
- 1789 dronên bombekirî.
Hejmara kuştiyan: Sivîl û leşker
Derbarê zirarên canî yên van êrîşan de, Wezaretê aşkere kir ku heta niha 2 endamên hêzên çekdar di dema cîbicîkirina erkên xwe de canê jidest dane. Herwiha 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 161 kesên ji neteweyên cuda jî birîndar bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê tekez kir, hêzên wan di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne ji bo parastina serweriya welat û asayîşa niştimanî, herwiha ew ê bi tundî û bê dudilî bersiva her gefekê bidin ku aramî û berjewendiyên wan ên neteweyî bixe metirsiyê.