NYT: Washington plana girtina girava Xargê ya Îranê gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê planeke stratejîk ji bo dagirkirina girava Xargê ya Îranê amade dikin. Ev girav şahdemara aboriya Tehranê ye û ji bo Amerîkayê armanceke sereke ye.
Li gorî raporteke rojnameya New York Times ku xwe dispêre çavkaniyên Pentagonê, Amerîkayê plana şandina lîwayekê ji Firqeya 82an a Asmanî bo Rojhilata Navîn gotûbêj dike. Armanca sereke ya vê operasyonê, desteserkirina girava Xargê ye ku navenda herî giring a hinardekirina petrola Îranê ye.
Hêza ku tê plankirin were şandin, ji 3 hezar leşkerên "Hêza Bersivdana Bilez" pêk tê. Ev yekîne bi wê yekê tê naskirin ku dikare di nav kêmtirî 18 saetan de li her devera cîhanê were bicihkirin.
Ji bilî paraşûtvanan, bijardeyeke din a li ber destê Serok Donald Trump, beşdarkirina 2 hezar û 500 leşkerên deryayî (Marines) yên Firqeya 31an a Asmanî ye, ku niha ber bi Rojhilata Navîn ve di rê de ne.
Pisporên leşkerî diyar dikin, ji ber ku binesaziya firokxaneyan li giravê di êrîşên asmanî yên dawî de zirar dîtine, dibe ku pêşî "Marines" herin herêmê, daku firokxane û binesaziyê sererast bikin. Piştî wê, paraşûtvanên Firqeya 82an dê dakevin giravê û kontrolê bi temamî bidest bixin û kelûpelên giran veguhêzinê.
Her çend paraşûtvan di gihîştina bilez de pir serkeftî bin jî, lê pispor balê dikşînin ser wê yekê ku nebûna zirxpoşên giran li beramberî êrîşeke berûvajî ya Îranê, metirsiyê li ser jiyana wan çêdike.
Di çarçoveya amadekariyan de, Artêşa Amerîkayê ragihand ku 300 endamên vê yekîneyê li bingeha "Fort Polk" a li eyaleta Louisianayê dest bi manowrayeke leşkerî kirine. Armanca vê manowrayê, parastina amadebaşiya lîwayê ye ji bo her cure bicihkirineke lezgîn li Rojhilata Navîn.
Firqeya 82an a Asmanî berê di parastina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê (2020), vekişîna ji Afxanistanê (2021) û piştgirîkirina hevpeymanên li Ewropaya Rojhilat (piştî şerê Ukraynayê) de roleke sereke lîstibû. Heta niha Pentagon û Fermandariya Navendî (CENTCOM) derbarê vê planê de, ti daxuyaniyên fermî nedane.