Îranê amara dronên Amerîka û Îsraîlê yên ku hatine şikandin belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îranê ragihand, ji destpêka şer ve heta niha wan 131 droneyên "dijmin" xistine xwarê. Diyar kir jî, du dronên din li asmanê Qeşm û Kirmanê hatine pûçkirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Artêşa Îranê ragihand, hêzên wan ên berevaniya asmanî du dronên ku sînorê welat binpê kiribûn, tespît kirine û xistine xwarê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev her du dron li asmanê herêmên Qeşm û Kirmanê hatine armankirin û êxistin. Artêşa Îranê diyar kir jî, ev çalakî di çarçoveya parastina serweriya welat de hatiye kirin.

Li gorî amarên ku ji aliyê artêşê ve hatine belavkirin, bi pûçkirina van her du dronên dawî, hejmara giştî ya dronên ku ji aliyê "Tora Yekgirtî ya Baregeha Hevbeş a Berevaniya Asmanî ya Îranê" ve hatine rûxandin, gihîştiye 131an.