Îranê mercên xwe yên ji bo rawestandina şer pêşkêşî Trump kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî, bi armanca bidawîkirina şer û gihîştina bi peymaneke nû, razîbûna xwe ji bo destpêkirina danûstandinên ligel Amerîkayê nîşan daye.
Li gorî nûçeya rojnameya "Yedioth Ahronoth" a Îsraîlî, Wezîrê Derva yê Îranê Ebas Araqçî bi nehênî peyam ji nûnerê taybet ê Donald Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steven Witkoff re şandiye. Di peyamê de hatiye diyarkirin ku Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî, destûr daye ku bi tîma Trump re danûstandin werin kirin.
Çavkaniyên rojnameyê diyar dikin ku Mucteba Xameneyî ji bo rawestandina şer û rageşiyê amade ye, lê tekez kiriye ku divê ev yek li gorî wan mercên ku Tehran diyar dike be.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî duh 23ê Adarê li ser hesabê xwe yê "Truth Social" gotibû, di navbera Washington û Tehranê de "gotûbêjên kûr û biencam" çêbûne. Trump ragihand ku ji ber atmosfereke erênî di peywendiyan de, wî ferman daye ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan werin rawestandin.
Tê gotin, eger heye ku di vê hefteyê de li paytextê Pakistanê, Îslamabadê, xuleke nû ya danûstandinan di navbera her du welatan de dest pê bike.
Lê belê, tevî van raportên navdewletî û peyamên Trump, berpirsên hikûmeta Îranê bi awayekî fermî her cure danûstandinên rasterast an nerasterast ligel Washingtonê red dikin. Tehran dibêje ku ti peyamên fermî di navbera wan û tîma Trump de nehatine parvekirin.