Serok Barzanî êrîşa li ser bingehên Pêşmergeyan şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di peyamekê de êrîşa bi mûşekên Îranî ya li ser bingehên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û ragihand: Ew êrîş dijminane ye û tu hincet nînin. Herwesa got: Ev êrîş di rewşekê de ye ku Herêma Kurdistanê parek ji şerê niha yê li deverê nebûye û tu demekê li ser cîranên xwe gef nebûye.
Serok Barzanî îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) peyamek belav kir û tê de got: Ez bi tundî wê êrîşê şermezar dikim a ku li serê sibeha îro bi mûşekên Îranî li ser bingehên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye kirin.
Peyama Serok Barzanî
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Ez bi tundî wê êrîşê şermezar dikim a ku li serê sibeha îro bi mûşekên Îranî li ser bingehên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye kirin. Gelek mixabin, di encamê de hejmareke Pêşmergeyên qehreman şehîd bû û hejmareke din jî birîndar bû. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdên vê êrîşa nerewa re dixwazim û ez hevparê xema wan im û ji birîndaran re jî çarebûneke bilez dixwazim.
Ew êrîş dijminane ye û tu hincet nînin. Ev gelek caran êrîşên bi vî rengî li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin, bêyî ku bingehên cîrantiyê û qanûnên navneteweyî li ber çavan bên wergirtin. Ev di rewşekê de ye ku Herêma Kurdistanê parek ji şerê niha yê li deverê nebûye û tu demekê li ser cîranan gef nebûye.
Pêşmerge serweta herî xweşevî û bibiha ya gelê me ye.
Mesûd Barzanî
24ê Adara 2026ê