Hikûmeta Iraqê êrîşa li ser Hêzên Pêşmergeyan şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Iraqê di civîna îro ya Encûmena Wezîran de tekez li ser parastina serweriya Iraqê kir, êrîşa li ser hêzên Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir û amadebûna hêzên ewlehiyê ji bo rûbirûbûna her aloziyekê jî ragihand.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) serokatiya gera 12ê ya civîna asayî ya Encûmena Wezîrên Iraqê kir. Di wê civînê de, pêşketinên dawiyê yên siyasî û ewlehî hatin nîqaşkirin û hejmareke biryarên stratejîk di warên cuda cuda de hat pejirandin.

Di destpêka wê civînê de, Sûdanî kurtiyeke tevgir li ser rewşa ewlehiyê û pêşketinên leşkerî yên deverê pêşkêş kir.

Encûmena Wezîrên Iraqêv ew êrîşa ku li ser hêzên Pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê hatiye kirin bi tundî şermezar kir. Hikûmetê jî tekez li ser parastina serweriya Iraqê û nûnerên dîplomatîk û balyozxaneyan kir û herwesa tekez kir ku pêşxistina şiyanên hêzên ewlehiyê serpişka karên wan e.

Darayî û mûçe

Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî jî di wê civînê de raportek li ser rewşa darayî ya Iraqê pêşkêş kir û piştrastî da ku, rêkarên darayî û yedegê diravî di asteke pir baş de ne. Tekez jî kir ku budceya pêdivî ji bo hemî yekîneyên xerciyan û xasma jî mûçeyên fermanberan hatiye dabînkirin û tu pirsgirêkên darayî nînin.

Êrîşa li ser hêzên Pêşmergeyan

Bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.