Serokatiya Komara Iraqê êrîşa li ser Pêşmergeyan bi tundî şermezar dike

Serokatiya Komara Iraqê
Serokatiya Komara Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Komara Iraqê bi tundê ew êrîş şermezar kir a ku hêzên Pêşmergeyan kirin armanc û bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke Pêşmergeyan. Herwesa ragihand ku, hêzên Pêşmergeyan wekî pareke sereke ya pergala berevaniya neteweyî ne.

Serokatiya Komara Iraqê îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) daxuyaniyek weşand û tê de ew êrîş bi tundî şermezar kir, a ku hêzên Pêşmergeyan kirin armanc û bû sedema şehîdbûna çend Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke din.

Serokatiya Komara Iraqê herwesa got ku, hêzên Pêşmergeyan wekî pareke sereke ya pergala berevaniya neteweyî bûn û dê wesa bimînin jî, herwesa bi rengekî bibandor tevlî şerê li dijî terorê û çespandina ewlehî û tenahiyê bûne.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye gotin: Em ji dil û can sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em bi rûmet qurbanîdanên Pêşmergeyan bibîr tînin ku ji bo ewlehî û tenahiyê canê xwe feda kir, herwesa em ji birîndaran re jî çarebûneke bilez dixwazin.

Serokatiya Komara Iraqê herwesa tekez li ser pêdivîtiya rêzgirtina li serweriya Iraqê û redkirina hemî destdirêjiyên li ser hêzên ewlehiyê kir, tekez jî kir ku girîng e hevahengî û hevkarî di navbera hemî hêzên neteweyî de zêdetir bê bihêzkirin, bi wê meremê ku ewlehiya welat û xwîna keç û kurên wê bê parastin.

Bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.