Hejmareke metranan sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke metranan di peyameke hevpar de êrîşa bi mûşekan a li ser bingeheke hêzên Pêşmergeyan şermezar kir û sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên şehîdên Pêşmergeyan re xwest.

Her sê metranan Beşar Metî Werde, Nîqodîmos Dawid Metî Şeref û Nêsanyêl Nizar Ecem îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) peyamek pêşkêşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Her sê metranan di peyama xwe de xemgîniya xwe ya zêde ji bo êrîşa bi mûşekan a li ser bingeheke hêzên Pêşmergeyan, ku bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke Pêşmergeyan, anî ziman û got: Em hevxemiya xwe ji cenabê we, malbatên serbilind ên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê re diyar dikin.

Wan tekez jî kir ku, ew di vê êşê de bi hikûmet û gelê Kurdistanê re dilsoz in û lavayan dikin ku Xudayê mezin aştî û aramiyê li ser Herêma Kurdistanê, Iraqê û deverê bibarîne û siya şer û tundûtûjiyê dûr bixe.

Metranên navbirî di pareke din a peyama xwe de ji birîndaran re çarebûneke bilez xwest û daxwaz kir ku, canê hîkmet û nermbûnê ji bo parastina tenahiya welat di dilê hemiyan de binecih bibe.

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.