Serokatiya Parlamentoya Iraqê êrîşa li ser hêzên Pêşmergeyan şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Parlamentoya Iraqê êrîşên li ser bingehên hêzên ewlehiyê û Pêşmergeyan şermezar kirin û hişyarî li ser rakêşana Iraqê ji bo nav şerên navneteweyî da.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de destdirêjî û êrîşên li ser bingehên hêzên ewlehiyê li çend parêzgehan û hêzên Pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin, ku di encamê de hejmareke karmend û serbazan şehîd û birîndar bûn.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye gotin: Armanckirina hêzên ewlehiyê bi hemî pêkhateyên wan ve redkirî ye û pêdivîtî bi helwesteke neteweyî ya yekgirtî heye, da ku rûmeta dezgehên ewlehiyê û yekrêziya navxweyî li beranberî qebxwaziyan bê parastin.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê tekez jî kir ku, divê Iraq ji encamên hevrikiyên herêmî bê dûrxistin û tevlî tu rûbirûbûnekê neyê kirin ku xizmeta berjewendiyên wê nake, belkî divê kar ji bo parastina ewlehî û tenahiyê bê kirin û welat ji her aloziyekê bê parastin.

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.