Li Hewlêrê êrîşeke dronî li ser projeyeke nîştecibûnê hate kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hewlêrê êrîşeke dronî li ser taxeke nîştecîbûnê pêk hat. Di encamê de çend welatî birîndar bûn û zirarên mezin ên madî li mal û otomobîlên welatiyan ketin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê îro 25ê Adarê da zanîn, dronekê taxeke nîştecîbûnê li bajarê Hewlêrê armanc girt. Di encama vê êrîşê de çend welatî birîndar bûne û zirarên giran gihîştin avahiyên herêmê û hejmarek otomobîlên welatiyan bi temamî têk çûn.
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê û tîmên Berevaniya Şaristanî yekser gihîştin cihê armackirî û dest bi lêkolînên hûr kirin. Hêzên ewlehiyê daxwaz ji welatiyan kir ku ji cihê ketina dronê dûr bikevin, daku tîmên pispor karibin karên xwe yên teknîkî û yasayî bi dawî bînin.
Parêzgarê Hewlêrê: Li wir ti bingehên serbazî nîn in
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Kurdistan24ê re ragihand, cihê hatiye armanckirin, devera nîştecîbûna sivîlan e û ti bingehên serbazî li wê herêmê nîn in."
Umêd Xoşnaw her wiha piştrast kir ku êrîşê zirarên madî yên zêde gihandiye projeya nîştecîbûnê û otomobîlên welatiyan ên li wê derê.