Tommy Pigott: Em bi tundî êrîşa li ser hêzên Pêşmerge şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê Tommy Pigott êrîşên dawî yên Îranê û komên ser bi wê ve li dijî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û ev êrîş wekî "bêbihane û kirêt" pênase kirin.
Tommy Pigott îro 25ê Adarê di daxuyaniya xwe de got: "Amerîka bi tundî van êrîşên berfireh şermezar dike ku ji aliyê Îranê û komên terorîst ên hevalbendên wê li Iraqê, li dijî welatiyên Amerîkî û hevparên me li seranserî Rojhilata Navîn tên kirin."
Cîgirê Berdevkî bal kişand ser êrîşa roja Sêşemê ya li nêzî bajarê Hewlêrê û ew wekî "êrîşeke bêbihane û kirêt" bi nav kir.
Tommy Pigott herwiha sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdên Hêzên Pêşmerge kir ku di êrîşên dawî de jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha daxwaza başbûneke zû ji bo hemû birîndaran kir.