Îsraîl: Tevî danûstandinan jî operasyonên me yên li Îran û Libnanê berdewam dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, tevî hewildanên dîplomatîk û danûstandinên ji bo bidawîkirina şer, operasyonên wan ên serbazî li Îran û Libnanê li gorî planên diyarkirî berdewam dikin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avi Defrin di konferansekî rojnamevaniyê de bersiva pirsên li ser hewildanên ji bo agirbestê da û got: "Derbarê her peymaneke ku tê axaftin, em niha li gorî planeke pêşwext û sabît kar dikin. Em ê ji bo jinavbirina metirsiyan û gihandina zirarên giran bi dujmin, operasyonên xwe li Îran û Libnanê bidomînin."
Li gorî raporên "Kanal 12" û rojnameya "Yedioth Ahronoth", Îsraîl nîgeran e ku "peymaneke xirab" ligel Îranê were îmzekirin ku kêşeya uranyuma dewlemendkirî çareser neke. Tê diyarkirin ku Îran xwediyê zêdetirî 400 kîlogram uranyuma dewlemendkirî ya bi rêjeya %60 e; ev yek têrê dike ku 11 bombeyên atomî berhem bîne.
Her wiha hat ragihandin, Îsraîl bi guman nêzî pêkanîna danûstandinan dibe, lê ji ber ku Donald Trump serokê Amerîkayê ye, Tel Avîv hemû egeran li ber çavan digire û ji nêz ve çavdêriya gotûbêjan dike.
Peymana 15 xalî
Çavkaniyeke Îsraîlî aşkere kir ku Amerîkayê reşnivîseke ji 15 xalan pêk tê pêşkêşî Îranê kiriye. Ev çavkanî dibêje: "Ev reşnivîs mîna peymana xweradestkirinê ye û zehmet e Îran qebûl bike."
Di vê reşnivîsê de ji Îranê daxwazên pir giran hatine kirin, wekî:
- Jinavbirina uranyuma dewlemendkirî.
- Rawestandina temamî ya bernameya atomî.
- Bidawîkirina pêşxistina mûşekan.
- Birîna hemû alîkariyên darayî yên ji bo komên ser bi xwe ve li navçeyê.
Heta niha Tehranê bi fermî bersiva van daxwazan nedaye, lê operasyonên Îsraîlê yên li asmanê navçeyê wekî fişarekê li ser maseya danûstandinan berdewam dikin.