Berdevkê Hikûmeta Herêmê: Em ê li dijî van êrîşan hemû rêkarên pêwîst bigirin ber xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, êrîşên mûşekî yên li ser Hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kir û ragihand, ew ê li dijî van destdirêjiyan hemû rêkarên qanûnî û siyasî bigirin ber xwe.

Pêşewa Hewramanî li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û ragihand: "Em bi tundî armanckirina Hêzên Pêşmerge şermezar dikin, ku bûye sedema şehîdbûna 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din."

Hewramanî destnîşan kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li hember van kiryarên dijminane bêdeng nemîne û got: "Em ê hemû rêkarên pêwîst bigirin ber xwe, daku rûbirûyê van destdirêjiyên li ser Herêma Kurdistanê bibin."

Berdevkê Hikûmetê herwiha bang li Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî kir ku li hember van êrîşan berpirsiyariya xwe bi cih bînin û sînorekî ji bo van binpêkirinên li ser xaka Kurdistanê deynin.

Duh 24ê Adarê di du êrîşên cuda de bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê, baregeheke Firqeya 7an a Peyade (Devera Yek) û hêzeke Firqeya 5an a Pêşmerge li sînorê Soranê hatin armanckirin. Di encama van êrîşan de 6 Pêşmerge qehreman şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.