"Pakistanê pêşniyareke Amerîkayê ya ji bo destpêkirina danûstandinan gihand Îranê"
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî agahdar ê Îranî ji ajansa nûçeyan a "Reuters"ê re aşkere kir, wan bi rêya Pakistanê pêşniyareke fermî ji Amerîkayê wergirtiye. Li gorî çavkaniyê, ev pêşniyar taybet e bi destpêkirina xuleke nû ya gotûbêjan di navbera Washington û Tehranê de.
Wî jêderî diyar kir, her çend pêşniyara Amerîkayê gihîştibe destê wan, lê heta niha li ser cihê civîn û danûstandinan li hev nekirine. Ev mijar hîna di qonaxa lêkolîn û gotûbêjan de ye, daku welatekî guncaw were destnîşankirin.
Tevî van geşedanan, Îranê heta niha bi fermî destpêkirina danûstandinan ligel Amerîkayê ranegihandiye. Rayedarên Tehranê tekez dikin ku ji ber serpêhatiyên borî, baweriya wan bi Washingtonê nemaye. Îran dibêje, di nava 9 mehên borî de, tam di dema ku danûstandin di rojevê de bûn, du caran rûbirûyê êrîşan bûne.
Ev agahî piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump hatin ku duh 24ê Adarê li Koşka Spî ragihandibû: "Em ligel kesên guncaw li Îranê di nav gotûbêjan de ne û ew ji bo îmzekirina peymanekê pir dilxwaz in."
Trump herwiha aşkere kiribû, tîma wî ya danûstandinan ji JD Vance, Marco Rubio, Steven Witkoff û Jared Kushner pêk tê. Serokê Amerîkayê destnîşan kir jî, aliyê Îranî razî bûye ku ti carî nebe xwedî çekên atomî, lê wî jî tekez kiribû ku "baweriya wî bi ti kesî li Îranê nayê."