Serok Barzanî li Soranê beşdarî merasîma sersaxiyê ya 6 Pêşmergeyên şehîd bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li devera Soranê beşdarî merasîma sersaxiya wan 6 Pêşmergeyan bû ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de şehîd bûbûn.
Serok Mesûd Barzanî Îro 25ê Adarê serdana devera Soranê kir, beşdarî merasîma sersaxiya wan 6 Pêşmergeyan bû ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de şehîd bûbûn.
Serok Barzanî her duhî jî bi tundî êrîşa bi mûşekên balîstîk a Îranê şermezar kiribû.
Serok Barzanî di peyama xwe de li ser vê êrîşê got: “Ev êrîşeke dijminane ye û ti hincetan hilnagire. Ev ne cara yekem e ku êrîşên bi vî rengî, bêyî li berçavgirtina prensîbên cîrantiya baş û yasayên navdewletî, li dijî Herêma Kurdistanê tên encamdan.”
Serok Barzanî tekezî li ser bêalîbûna Herêma Kurdistanê kir û diyar kir: “Herêma Kurdistanê ne beşek e ji vî şerê niha yê li navçeyê heye û ti carî nebûye metirsî li ser welatên cîran. Pêşmerge serweta herî hêja û biqîmet a gelê me ye.”
Duh 24ê Adarê, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê, baregehên Firqeya 7an û Firqeya 5an ên Hêza Pêşmerge li sînorê Îdareya Soranê hatin armanckirin. Di encama vê êrîşa mûşekî de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.